Rêxistina mafê mirovan li Efrînê: Di bin siya tevlîheviyê de mafên welatiyan nayên vegerandin
ARK NEWS... Rêxistina mafê mirovan li Efrînê ragihand ku tu carî vegerandina mafan li Efrînê di bin siya tevlîhevî, û nearamî, û neewlekariya pilankirî de nayê bicîkirin.
Rêxistina mafê mirovan li Efrînê da zanîn ku di berdewamiya kiryarên bekavkirin tirsê di nav xelkê Efrînê de ew komîteya ku ji bo vegerandina mafan hatiye damezrandin nayê bicîkirin.
Heman rêxistinê da zanîn ku diziya berhemên demsala zeytûnan li gundên Efrînê berdewam in, li gundê Keferdelê yê Cindirêsê, û gundê Meydankê yê Şera, berhem hatin dizîn û desteserkirin, û li navçeya Şera jî çekdarên Sultan Mûrad li welatiyekî Kurd da ji ber ku bi bê wergirtina pejrandinê zeviyê apê xwe cinîbû.
Ş.E
295
