Emerîka: Sûriyê di nava13 welatên herî xirab e de qaçaxçiya mirovan de li cîhanê ye.

Emerîka: Sûriyê di nava13 welatên herî xirab e de qaçaxçiya mirovan de li cîhanê ye.

Jun 25 2024

Wezareta Derve ya Emerîka ragihand, Avxanistan, Bêlarûsiya, Miyanamar, Çîn, Kûpa, Irêtiriya, Kûriya Bakur, Îran, Sûriyê, Rûsiya, Başûrê Sûdanê, Sûdan û Turkmanistanê bi awayekî rasterast tawanbar in bi bazirganiya mirovan.

Li gor raporta Emerîkî, hêzên rejîma Sûriyê, milîsên alîgirên rejîmê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û grûpên çekdar ên din di şer û pevçûnan de keç û ciwanan bikar tînin.

Raporê diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk soz dane ku biryarên Netewên Yekbûyî ji bo rawestandina leşkerkirina zarokan bi cih bîne, lê rêxistineke navdewletî ya ku li herêmê kar dike piştrast kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk di salên 2022 û 2023an de li ser leşkerkirina zarokan berdewam e.

Raporê bal kişand ser wê yekê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) berdewam e li ser leşkerkirina zarokan bi xapandina wan û bi darê zorê û bi belavkirina reklamên derewîn di bin navê "Tevgera Ciwanên Şoreşger", xoleyên perwerdeyê jî li bakur-rojhilatê Sûriyê vedikin
Rapora Wezareta Derve ya Emerîka piştrast kir ku "leşkerkirina zarokan an jî bikaranîna wan di şer de li Sûriyê berdewam e."

97