Nêçîrvan Barzanî 8ê Adarê li jinan pîroz kir: Rola jinan herdem di xebatê de bi bandor bûye

Nêçîrvan Barzanî 8ê Adarê li jinan pîroz kir: Rola jinan herdem di xebatê de bi bandor bûye

Mar 08 2020

ARK NEWS... Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo helkefta 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan de ragihand, ku jinên Kurdistanê herdem beşdariyekî bi bandor, di warên cûda yên xebat û têkoşînê de kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û têde pîrozbahiyên pêşkêşî jinên Kurdistan û cîhanê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de destxweşiyê li wan hemû rêxistinên hikûmî û nehikûmî, sazî û kesayetiyan dike ku di mafên jinên Kurdistanê û warê wekheviyê de roleke bi bandor dîtine, hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo wan xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Jin û afretên Kurdistanê herdem beşdariyekî bi bandor di warên cûda yên xebat û têkoşînê de kirine, îro jî bi kirdarî rolekî çalak li hemû sazî û damezraweyên fermî yên Herêma Kurdistanê de dibînin, bilindbûna rêjeya xaniman di hemû waran de balkişandineke girîng ê bihêzbûna bingehên wekheviyê ye.”

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî jin herdem qurbaniyê sereke yê tundiya ceng û wan karesatan bûne ku bi ser gelê Kurd de hatine, lê belê ti bûyereke karesatê nekariye rûmeta jinên Kurdistanê û bawer û wêrekiya wan ya ji bo jiyanê, xebat û serfiraziyê kêm bike.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku wan li Herêma Kurdistanê herdem biçoşî weke prensîpekî çespandî, ji bo pêkanîna demokrasî, wekhevî û mafê jinan karên cidî kirine û tişta girîng ew e ku têgihiştin li sîstema perwerdeyê, li hemû qonaxên xwendinê reng bide.

Di heman demê de Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de derbarê nexweşiya vîrûsa koronaya nû de jî daxwaz ji hemû kes û aliyan kir, ku hevkariya ji xweparastin û rêgirîkirina li belavbûn vîrûsa koronayê li hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê bikin.

291