PYDê li ser rêgiriyê ji vegera Efrîniyan hîn jî rijd e

PYDê li ser rêgiriyê ji vegera Efrîniyan hîn jî rijd e

May 06 2019

ARK NEWS .. Di 18ê Adara 2018 şerê di dawî hat ku ev e bêtir ji salekê ye Efrîna Rojavayê Kurdistanê ketiye destê Turkiyê û girûpên çekdar de.

Ji ber şerê sala bûrî di 10 hezaran ji kurdan ji herêma xwe derketin û li derdora Helebê li ser 5 kampan hatin babeşkirin .

Ji wê rojê ve siyasetmedar û çalakvanên kurd banga vegerê ji bo Efrînê dikin lê PYDê rêgiriyê li vegerê dike û nahêle xelk vegerin ser mal û milkên xwe bi bihaneya ku jiyan di bin konan de ji Efrîna dagîrkirî bi rûmetir e .

Di dema şer de berpirsên PYDê kesên ji ber şer derdiketin bi bê rûmet bi nav dikirin û niha bi berûvajî kesên vedigerin bi heman navê bi nav dikin .

Tevî rêgirî û astengiyan û çandina mayînan li derdora kampan xelk bi çi şêweyî be xwe digihînin gund û navçeyên xwe .

lê di dema ku derbiderên Efrînê vedigern ser mal û milkên xwe di heman demê de erebên ji ber şer û pevçûnan ji Idlibê û Hemayê û Helebê direvin xwe li Efrînê digrin û di cihê kurdan de têne bicîkirin .
Ji çend rojan ve hijmarek ji derbiderên kurd berê didin warê xwe û di malên xwe de bi cî bûne .

Li gor jêderên taybet ji ARKê ragihandine ku derdora 100 otombêlî di dema dawiyê de ji Helebê vegeriyane warên xwe .

Lê li alîyekî din jêderên xwecihî dane diyarkirin ku ji ber girbûna şer û pêşhateyên dawiyê li Idlibê û Hemayê bi dehan malbat berê xwe dane herêma Efrînê û li navend bajêr û gund û navçeyên wê hatine bicîkirin .

Heman jêderan ragihandin ku di rêya gundê Xezewiyê ew derbider li Cindirês û Şiyê û Idlibê û navenda bajêr hatine bicîhkirin .

Ji dema şerê sala 2018 û ta niha bi deh hezaran ereb li şûna malên kurdan de cihê xwe girtine li hember de bi deh hezaran xelkê resen li kampên PYDê li Helebê bûne dîl û PYDê nahêle ew derkevin û berê xwe bidin warên xwe lê tevî wê yekê xelk bi vîna xwe ya bihêz berê xwe didin gundên xwe û herdem banga vegerê ji aliyê siyasetmedaran ve têne kirin .

Ş.E

736