
Turkiya maleke kevnar li Efrînê dike mozexaneyek ȗ dibêje ku ew mal ya Ataturk bû
ArkNews : Hikûmeta Turkiyê biryar daye ,ku çaksazî di maleke kevnar de li Efrînê were kirin û dibêje ku damezrênerê komara Turkiyê di dema şerê cîhanî yê yekem de bikaranî bû.
Erdal Eta ,walyê Hetayê, ji ajansa Anadol a Turkî re ragihand ,ku wî biryar daye ku çaksazî û dubareavkirin di maleke kevnar de ku damezrênerê komara Turkiyê Mustefa Kemal Ataturk di sala 1890î de di dema şerê cîhanî yê yekem de li navçeya Raco ya Bakurî Rojavayê Efrînê bikaranî bû, were kirin û armanc jê ewe ku ew mal bibe mozexaneyek .
Eta serbarkir ,ku di çarçoveya piroseya Çiqla Zeytûnê de ew mal hatiye dîtin û bi alîkariya Encûmena Xwecehî ya Efrînê hatiye destnîşankirin.
437