Emerîka: Êrîşên li dijî mêlîsên Îranê li Sûriyê û Iraqê berhemdar bûn

Emerîka: Êrîşên li dijî mêlîsên Îranê li Sûriyê û Iraqê berhemdar bûn

Mar 01 2024

Emerîka tekez kir ku êrîşên wan li ser mêlîsên bi ser Îranê ve li Sûriyê û Iraqê berhemdar bûn, û ji berya çend heftiyan ve tu êrîş li ser hêzên wan ji aliyê îranê ve nehatine encamdan.

Viktoriya Taylor cîgira alîkarê Wezîrê Derve yê Emerîka yê karûbarên Iraq û Îranê ragihand ku êrîşên Emerîka li ser mêlîsên bi ser îranê ve li Sûriyê û Iraqê berhemdar bûn, û bi pêşketineke erînî bi nav kir.

Raylor serbar kir û got ku ji berya çend heftiyan ve û tu êrîş li ser hez û bingehên wan ji aliyê mêlîsên îranê ve nehatine encamdan.

Berpirsa Emerîkî da zanîn ku welatê wê derbarê çalakî û gefên îranê li Rojhelata Navîn bi fikare.

Herweha tekez kir ku Emerîka bi hemû karînên xwe kar li ser rûbirûbûna van gefan dike, û piştevaniya azadiya bazirganiyê, derbasbûna keştan di rêya deryaya sor re, û parastina hêzên xwe li deverê dike.




62