“PKK bi alîkariya Heşda Şeibî rewşa Şingalê aloz kiriye”

“PKK bi alîkariya Heşda Şeibî rewşa Şingalê aloz kiriye”

May 04 2019

ARK NEWS .. Berpirsê Şaxa 17 ya PDK li Şingalê Qadir Qaçax ragihand, PKK rêgiriyê dike li îdareya bajêr ku karê xwe û avedaniyê bike. Herwiha dibêje, PKK destê xwe xistiye destê girûpeke Heşda Şeibî û rewşa Şingalê aloz kiriye.

Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK rêgiriyê dike li îdareya bajêr. Ji rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî û heta bi dezgeh û rêxistinên din ên mirovî di bin gefa PKKê de nikarin xizmeta Şingalê bikin. Ji ber ku PKK destê xwe xistiye destê girûpeke Heşda Şeibî û rewşa aloz kiriye. Berê tenê li Sinûnê girift û pirsgirêk derdixistin, lê niha pêşketine û li gelek cihên din bi alîkariya Heşda Şeibî rewşa Şingalê têk didin.”

Qaçax wiha got: “Hikûmeta Iraqê berpirsa yekem e ji wê rewşa Şingalê re, ji ber ku wek çawa alîkariya Heşda Şeibî dike wisa alîkariya PKK jî dike, lewma jî rewşa Şingalê bi temamî aloz bûye û PKK bi hemû şêweyekê rêgiriyê dike li avedankirina Şingalê.

Malpera PDKê

374