Mezlûm Kobanê : Em bi Turkiyê re di danûstandinên ne rasterast de ne

Mezlûm Kobanê : Em bi Turkiyê re di danûstandinên ne rasterast de ne

May 04 2019

ARK NEWS .. Fermandarê giştî yê QSDê roja Înê 3 Gulanê 2019an di dema pêşkêşkirina gotina xwe di dîdera êlên erebî de da zanîn ku ew danûstandinên ne rasterast bi Turkiyê re dikin û emede ne pirsgirêkên nakok di navbera herdu aliyan de çareser bikin .

Mezlûm Ebdî di dîdare êlên Sûriyê li navçeya Ên Îsa ya derdora parêzgeha Reqayê ragihand ku ew danûstandinan di rêya navbênkaran re û bi rêyên aştiyane bi Turkiyê re dikin û amede ne li daxwazên Turkiyê derbarê sînor de binêrin .

Nabvbûrî herwiha da zanîn ku ew amede ne kêşeyan çare bikin lê bi mercê ku Efrînê ji bo xelkê wê were radestandin û gefên xwe li ser herêmên din li Rojavayê Kurdistanê rawestîne û destêwerdanê di serweriya xaka Sûriyê de neke .

Li aliyekî din Kobanê bal kişand ser ku hazirin têkevin diyalgê bi rêjîma Sûriyê re lê divê dan bi mafê gelê kurd û rêveberiya PYD ya sepandî bike û tu carî ew venagerin beriya 2011an

Mezlûm Kobanê fernadarê giştî yê QSDê ameje bi rola Rûsiyê û Hevpeyamiya Navdewletî kir û got hêzên Rûsiyê gelek serketin bi dest xist û herdu hêzên navbûrî divê bimînin û hebûna wan pêwîst e hevdemê ku hîn teror nehatiye jinavbirin .

Ji aliyê xwe ve Mider Hemad Esad berdevkê fermî yê bi navê êl û hozên Sûrî ji malpera Bas News Yekşema bûrî ragihand bû giftugoyek dûr û dirêj di warê ewlehî û leşkerî di navbera Turkiyê û Emerîka de hatine encamdan encamên wê dûrxistina PYDê bi 32 K.L li ser sînorê Turkiyê li hev kiribûn .

Esad tekez kiribû ku çekdar dê ji wê herêman werin derxistin û dê dewriyên hevbeş yên Turkiyê û Emerîka li ser sînor bi banahîye 800 K .M dê wein bi rê ve birin .

Ş.E

358