Xebatkar Hecî Bîlal çû ber dilovaniya Xwedê

Xebatkar Hecî Bîlal çû ber dilovaniya Xwedê

Apr 29 2019

ARK NEWS .. Îro danê sibê roja Duşemê 29ê Nîsana 2019an kesayetiya navdar, xebatkar û endamê Komîta Herêmî di Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya de Hecî Bîlal ku bi Xalo tê naskirin li nexweşxaneyeke Hewlêrê de çû ber dilovaniya Xwedê .

Duh Xalo ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi mebesta çareseriya tenduristî ji bo nexweşxaneya Şar ya Hewlêrê hate veguhestin lê ji ber nexweşiya xwe çû ber dilovaniya Xwedê .

Hecî Bîlal yek ji kesên bi nav û bang bû di tevgera kurdî de û rastî gelek astengî ji rêjîma Bas hatibû.

Termê xalo ji bo Rojavayê Kurdistanê hate veguhestin biryar e li gundê xwe bi xak were spartin .

Rêxistina Hewlêrê ya PDK-Sê şîna navbûrî li Hewlêrê vekir û merasîm îro ji 5ê êvarê ta 8ê şevê li Nivîsgeha Rêxistinî ya PDK-Sê dê were lidarxistin .

Ş.E

713