Cotkarek birîna 24 darên zeytûnan li Meydankê yê Efrînê belge dike

Cotkarek birîna 24 darên zeytûnan li Meydankê yê Efrînê belge dike

Dec 30 2023

Hilkirin û rakirina daran li bajarê Efrînê li ser destê Girûpên çekdar berdewame, herî dawî bi dehan dar li gundekî navçeya Şera hatin rakirin.

Di vîdyoyekê de ku ji Ark News re hatiye şandin, cotkarekî Kurd ji gundê Hesendêra, li navçeya Şara ya bajarê Efrînê li R. Kurdistanê, rakirina (24) darên zeytûnan ji erdê xwe belge dike.

Gundê Hesendêra û gundên cîranê wê “Meydankî” di bin kontrola Girûpa Sultan Murad de ne.

Jêderên xwecihî tekez kirin ku çekdar bi armanca bazirganiyê, daran dibirin û radikin û nirxê tonekê darên qutkirî digihêje nêzîkî 150 dolarî bo darên zeytûnan û 100 dolaran bo darên daristanan.

259