Xaça Sor: 22 hezar kes ji destpêka şerê Sûriyê ve wendayî ne

Xaça Sor: 22 hezar kes ji destpêka şerê Sûriyê ve wendayî ne

Jan 01 2020

ARK NEWS .. Rêxistina Xaça Sor ya Navdewletî tomarkirina 22 hezar wendayî ji destpêka şerê Sûriyê beriya 9 salan ve ragihand.

Ajansa Tas li ser zarê birêveberê proseyan li komîta Navdewletî ya Xaça Sor Dominîk Şitîlhart veguhest, bi melyonan kes neçar bûn ji malên xwe derkevin, û 500 hezar hatin kuştin û bi dehê hezaran revandî û wenda ne .

Şitîlhart her wiha got, ku 22 hezar kes li Sûriyê wendayî ne, û malbatên wan jî daxwaz ji Xaça Sor kirine lêgerînek li zarên wan were kirin, û çarenivîsa wan were diyarkirin.

420