Li Dêrazorê xwenîşandan li dijî HSD û PKK tên lidarxistin
Li bajarokê Elbisêre yê gundewarê Dêrazorê, banga derketna çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk ku çekdarên PYDê beşê sereke ne ji wan çekdaran tê krin, lê banga sereke ne bi navê çekdarên HSD û YPG ye lê li jêr slogana bila kurd ji vê navçeyê derkevin e.
Di Cotmeha 2017an de û piştî dana bi dehan şehîd ji ciwanên kurd yên rojavayê kurdistanê, Elbisêre ji destê terorîstên DA'IŞê hate rizgarkrin, û niha jî ne bi navê PYD û PKK bi tenê li belê banga derxistina kurdan ji wê navçeyê tê krin.
Ev e du rojn xwenîşandanine berifreh li bajarokê Elbisêre û gund û navçeyên derdorê têne encamdan, û di wan xwenîşandanan de slogan û gotin li djî PKK û PYD û YPG û HSD û serokê PKK 'Ebdula Ocelan têne bilindkirin, herweha rêyên sereke yên vî bajarokî ji aliyê xwenîşanderan ve hatine girtin, û xwenîşander dibêjn “Dêrezor hure hure û alkurdî îtle' bere” ango “Dêrezor azad e û bila kurd jê derkevin”.
Beriya du rojan jî herdu bajarokên Elkesre û Mihêmîde û herdu gundên Elcinêne û Elhîsan yên Gundewarê Dêrazorê xwenîşandan hatin lidarxistin weke nerazîbûn ji ber xirabiya rewşa ewlekarî û bilindibûna nirxê kelûpelan.
Li gorî rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ku çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk bi guleyan ew xwenîşandan berbelav kiribûn, lê xwenîşanderan çekên wan çekdaran ji wan standin û ew ji gundên xwe derkirin û rêbend danîn.
li gundê Siwêdan jî yê gundewarê Dêrazorê nerazîbûneke mezin piştî kuştina zîndankiriyekî bi işkenceyê derket holê, herweha li nêzîkî bajarokê Elşihêl jî termek serjêkrî nenas hat dîtin.
Li bajarê Reqa û gundewarên wê jî berdewam terorkirin û xwenîşandan li dijî çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk tên encamdan, û gelek caran HSDê çûnûhatin bi şev li wan navçeyan ji ber rewşa ewlekariyê qedexekiriye.
Li navçene derveyê Rojavayê Kurdistanê mîna Reqa û Tebqa û Minbic û Dêrazorê PYDê bi hezaran ciwanên kurd tevlî şerên xwe li wan navçeyan kirine û dane şehîdkirin, li gorî hin amaran ku derdora 20 hezar ciwanên kurd li wan navçeyan hatine şehîdkirin .
500
