Otombîlek li ser rêya Amûdê - Hesekê hate armanckirin
Nov 24 2023
Şeva Pêncşemê – Înê, otombîlek li ser rêya Amûdê û Hesekê li Rojavayê Kurdistanê, bi dironekê hate armanckirin.
Li gor jêderên xwecihî, otombîleke leşkerî li pêş westgeha Şiwêş ya sotemeniyê ji aliyê dironeke Turkî ve hate armanckirin, û birîndar hebûn.
Malperên bi ser rêveberiya PYDê ve gotiye: "3 sivîl di encama wê armancê dê birîndar bûne".
Roja Çarşemê 22yê Mijdarê, otombîlek li bajarokê Til Me'rûf yê bi ser Qamişlo ve û yek li Rimêlan, hatin armanckirin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji despêka 2023yan ve, dironên Turkî 102 êrîş li deverên di bin kontrola QSDê de encam daye.
171
