Kampên Efrînê .. Neguhdana tendurûstî li nav kampan de dibe sedema belavbûna nexweşiyan

Kampên Efrînê .. Neguhdana tendurûstî li nav kampan de dibe sedema belavbûna nexweşiyan

Aug 28 2018

ARK NEWS .. Roj bi roj rewşa derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê li nav kampên derdora Helebê de xirabtir dibe û bi taybet di warê guhdana tendurûstî û pizîşkî de ku ji ber neguhdana tendirûstî û kêmbûna derman û pisporan û norîngeh û nexweşxaneyan, nexweşiyên giran di nav kampan de belav dibe bê ku berpirsên PYDê rê bide wan nexweşiyan da ku berê xwe bidin taxên Helebê wek Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ku bi tenê çend kîlomitran ji deverên kampên Helebê ve dûr in ji bo dîtina çareseriya xwe ya pizîşkî.

Hin çalakvanan wêneya jineke Kurd xelka navçeya Raco ya Efrînê li ser tora civakî belav kirine ku rastî nexweşiyeke giran hatiye û pêwîstiya wê bi tendirûstî heye .

Çalakvana serbar kirin ku jina bi navê Salhe Hesen Bekir nişteciya kampeke derdora Helebê ye û rastî xexweşiya girisbûna gewriyê hatiye û divê alîkarî jêre were pêşkêşkirin bê ku daxuyaniyek ji berpirsên kampê derbarê rewşa wê derkeve ew yek bû cihê nerazîbûna hin çalakvanan û ragihandin ku pêwîste nexweşî ji bo bajarê Helebê werin veguhestin.

Beriya demekê hatibû ragihandin ku nexweşiyên kulbûna gurçikan ku ew nexweşiyeke metirsîdaeli nav kampên derbiderên Efrînê belav bûne û 56 rewş hatibû tomarkirin di nav wan 27 zarok û 7 jin bûn .

Herdem siyasetmedar radighînin ku berpirsên PYDê nahêlin xelkê Efrînê vegerin Efrînê yan berê xwe bidin taxên Helebê wek Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ku malek li Efrînê tuneye ku mirov û kesûkarekî wî li wan taxan yan taxên din li Helebê hebe, û hin jêderan ragihandine ku derdora kampan hatine mayînkirin da ku xelk jê dernekevin û nahêlin nexweşî jî jê derkevin û rêgiriya derketina derbiderên Efrînê ji aliyê rêxistina lêbûrîna navdewletî hate tekezkirin ew jî di riya raporta xwe ya Yekem ku behsa binpêkirinên Turkiyê û girûpên çekdar li Efrînê û rêjîm û PYDê di nav kampan de hate xuyakirin û eşkerekirin.

Ş.E

554