Serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya beşdarî di merasîma bixakspartina xebatkar Ismaîl Mîro de kir

Serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya beşdarî di merasîma bixakspartina xebatkar Ismaîl Mîro de kir

Jul 26 2023

ARK NEWS... Serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bi serokatiya Mihemed Ismaîl sekreterê Partî, beşdarî di merasîmên bixakspartina kesayetiya niştîmanî û civakî Ismail Mîro de kir .

Kesayetiya niştîmanperwer û welatparêz Ismaîl Mîro di 25ê Tîrmeha 2023yan, li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê koça dawiyê kiribû.

Di merasîmên bixakspartinê de, Mihemed Ismaîl sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya gotinek pêşkêş kir, tê de behsa kar û xebata wî kir. Serbarî şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya bi serokatiya Torîn Şemdîn beşdar kir.

Mîro Kesayetiya niştîmanperwer û welatparêz, kurê Deham Mîro, serkreterê pêştir yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ye.

Weke endamê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li bajarê Dêrikê cihê xwe digirt, di salên 60yan de, di nava refên hêzên Pêşmergeyan de, pêşmerge bû.

Di dirêjahiya jiyana xwe de, kar û xebat di ber doza kurdî de dikir, û bi hest û helwêstên xwe navdar bû.

Ismaîl Mîro Kesayetiya niştîmanperwer û welatparêz ji şêniyên gundê Mozelan yên Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, li zêdê xwe bi xakê hat spartin.

287