PDK-Sê: Me bêtir ji 100 hezar dolarên Emerîkî bo ziyandîtiyên Efrîn û Cindirêsê kom kirin

Feb 20 2023

ARK NEWS… Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê di kongireke rojnamevanî de ragihand ku bêtir ji 100 hezar dolarên Emerîkî ji bo ziyandîtiyên Efrîn û Cindirêsê kom kirine.

Nûrî Birîmo, endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê di kongira rojnamevanî ya ku li nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li Hewlêrê 18ê Sibata 2023yan bi rê ve çûbû, tê de encamên hilmeta komkirina alîkariyan bo ziyandîtiyên Efrîn û Cindirêsê ragihandin.

Nûrî Birîmo, endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê anî ziman ku bêtir ji 100 hezar dolarên Emîrîkî di encama hilmeta piştevniya Efrîn û Cindirêsê de hatine komkiririn. Serbarî cilûberg û pêdiviyên xwarinê:
Kincên mêran 6654
Kincên jinan 10563
Kincên zarokan 16300
Betanî û desmal 1897
Perçeyên xwarinê1913

Nûrî Birîmo, endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê di kongira rojnamevanî de spasiya serok Mesûd Barzanî, Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şêniyên kurd li parêzgehên Kurdistanê ku bi hawara Efrînê ve hatin, serbarî Partiya Demoqrata Kurdistanê û Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, kir, herweha spasiya gelê kurd li Efrînê kir ku pêşwaziyeke germ li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê kir.

Di dawiya spasiya her dezgeheke rojnamegeriyê kir û got hilmeta komkirina alîkariyên darayî dê berdewam be.


li ser banga Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya hilmetên komkirina alîkariyan li Hewlêr, Duhok, Ewropayê dest pê kirine, rojane her du nivîsgehên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Hewlêrê serbarî yên li parêzgeha Duhokê pêşwazî li bexşîneran dikin.

Ş.E


Ş.E

181