Serok barzanî di salvegera Rêfrandomê de: Eger milet jiyanê bixwaze.. dê çarenivîs bersiva wî bide
Sep 25 2022
ARK NEWS .. Bi bûneya salvegera pêncan ya Rêfrandoma serxwebûna Herêma kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî ku helbesteke bi zimanê Erebî ye û li ser Tiwîterê hatiye belav kirin, ev e:
Eger milet jiyanê bixwaze
Bêguman çarenivîs dê bersiva wî bide
Û bêguman tariya şevê dê here
Û bêguman kelemçe jî dê bişke
Û yê ju biserketina çiyayan hez neke
Dê tim di nava çalan de bijî
247