Hêzeke Emerîkî ji Kûbanî berev Hesekê vekişya
Apr 14 2019
ARK NEWS .. Emerîka beşek ji hêzên xwe ji devera Eyn El`îsa ya bajarê Kûbanê yê Rojavayê Kurdistsnê vekişand , û berev bajarê Hesekê ve çû.
Malpera Bas News belav kir ku duh şemiyê karwaneke leşkerî ya artêşa Emerîka ji bingeha xwe ya li bajarokê Eyn El`îsa li Başûrê Kûbanê vekişya , û berev bajarê Hesekê ve çû.
Berya du rojan jî Wezareta Berevaniyê ya Emerîka ragihandibû ku wan dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kirne , û ewê tenê 400 leşkerî li wê welatî bihêlin.
Serokê Emerîka Donald Tiramp meha Çileya bûrî ragihandibû ku ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîn in.
681
