Vîdiyo .. Burcên peywendiyan ji Efrînê têne dizîn
Apr 14 2019
ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê burcên peywendiyan yên Sûriyê MTN û Sîrîye têl ji aliyê girûpên çekdar hatin jinavbirin û dizîn.
Li gor perçevîdiyok ji gundê Meydankê yê Efrînê belav bûye tê da diyar dibe ku girûpên çekdar burcên peywendiyan yên Sûriyê ji gund ji nav dibin .
Ji aliyê xwe ve jêdereke taybet ji ARKê re îro 14/4/2014an ragihand ku beriya neha jî heman çekdaran burcên peywendiyan ji Cindirêsê ji nav biribûn .
Hin çalakvanan ragihandin ku mebest ji wê yek ew e da ku burcên Turkiyê li şûna wan werin dayîn .
Ş.E
394