Dr.Ebdulhekîm Beşar: Rêjeya Kurdan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bûye 25%
Dr.Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan-Sûriya got ku rêjeya kurdan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bûye 25% û ew yek metirsiyeke mezin e li ser kurdan.
Beşar di semînarekê de, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê roja Şemiyê 20.10.2018an got: "Tişta ku li Bakurê Rojhilatê Sûriyê rûdide, û tişta ku PYD pêk tîne, metirsiyeke mezin e".
Beşar serbar kir: "Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji sê parêzgehan pêk tê, Hesekê, Reqa û Dêrazorê, û rêjeya kurdan li wê navçeyê tenê 25%, û eger ew rewş hat çespandin, wê metirsiyeke mezin li ser kurdan durust bike"
Beşar amaje kir ku niha hêz li wan navçeyan di destê PYDê de ye, û ew kontirolê dike, lê di heman demî de, aliyên din jî hêzên xwe ava dikin, û dê "kontirol ji destê kurdan derkeve, eger em bêjin PYD partiyeke kurdî ye".
Dr.Ebdulhekîm Beşar behsa metirsiyên kêmbûna rêjeya kurdan bo 25% kir, nexasim eger rêfrandom yan hilbijatin werin encamdan, kurd dê di "keviyê" de bin, û got PYD gelek kêşeyên metirsîdar ji kurdan re durust kirine, mîna çûna Minbic, Reqa û Dêrazorê, herweha dijiminatiyek navbera kurd û ereban de peyda kir, û ew yek qet ti xizmeta berjwendiyên kurdan nake.
725
