Fransa: Emê berdewam bin li ser alîkarî û piştevaniya Pêşmerge û Kurdistanê

Fransa: Emê berdewam bin li ser alîkarî û piştevaniya Pêşmerge û Kurdistanê

Jan 15 2019

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Can If Lodiryan îro danê sibê civiyan û di wê civînê de Lodiryan got: “Em ê berdewam bin li ser alîkarî û piştevaniya Pêşmerge û Kurdistanê.”

Di hevdîtinê de, Balyozê Firansa li Iraqê û Konsolê Giştî yê Firansa li Hewlêrê û hejmarek ji dîplomatkarên wî welatî amade bûn.

Di vê hevdîtinê de dawî pêşhat û guhartinên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçê hatin guftûgokirin û tekezî li girîngîpêdana pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera gelê Firansa û Kurdistanê di warên cude de hate kirin.

Di destpêkê de Mesrûr Barzanî spasî li gel û hikûmeta Firansa û hewlên Serok Emmanuel Macron ji bo piştevanî û hevkariya bi Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku Fransa di tevahiya qonaxan de hevkar û piştevana mezin a xebata gelê Kurdistanê bûye.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê girêdayî bi piroseya siyasî ya Iraqê ve, ronî xiste ser pêşveçûnên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û amaje bi wê kir ku bi berçavgirtina destûra Iraqê hewl bo nehîştina pirsgirêkan werin dayîn.

Her di wê hevdîtinê de derbarê eger û mercên rewşa Sûriyê de, tekezî li girîngiya aramkirina aloziyan û çareserkirina siyasî ya pirsgirêkên wî welatî hate kirin, ku mafên hemû pêkhateyan lixwe bigire.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Fransayê Can If Lodiryan hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî di serokatîkirina kabîneya nû ya hikûmeta dahatî ya Herêma Kurdistanê de xwast û ronî xiste ser şêwazê ferehkirina pêwendiyan di navbera her du aliyan de û ragihand, pêwendiyên di navbera welatê wî û Herêma Kurdistanê de dîrokî û girîng in. Herwiha xweşhaliya xwe ji qonaxa nû ya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û dupat kir, welatê wî di piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de berdewam dibe.

478