Turkiya .. Y.E alîkarî pêşkêşî penaberên Sûriyê kir .
ARK NEWS .. Roja Sêşemê 06.08.2019, komisyona Ewropayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Yekîtiya Ewropayê alîkariyên darayî bi qasî 127 milyon yoro li jêr pirograma alîkariya civakî ya Turkî û pirograma xwarinê ya navdewletî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve ji bo piştevaniya penaberên Sûrî yên ku li welatê Turkiyê dimînin terxan kiriye.
Heman daxuyaniyê eşkere kir, ku ev alîkarî wê li ser malbatên Sûrî yên pêwstîdar, ku di rewşa parastina navdewletî, û ya demkî de dijîn wê werin belavkirin .
Komisyonê eşkere jî kir, ku alîkariyên darayî yên ku Yekîtiya Ewropayê pêşkêşî pirograma navbûrî kiriye ji bo piştevaniya penaberên Sûrî yên li Turkiyê dijîn ta niha gihiştiye 125 melyon yoro .
545
