Îran: Êrîşa leşkerî Tûrkî li ser kurdan şaştiye

Îran: Êrîşa leşkerî Tûrkî li ser kurdan şaştiye

Apr 11 2019

Berpirsekî Îranî raghand ku ew piştgirya pêkanîna êrîşeke leşkerî Tûrkî li ser kurdan li kurdistana Sûriyê nakin û tu caran beşdariyê di vê êrîşê de nakin .

Serokê komîta ewlehiya netewî îranî di encumena şura Îranî de Hişmet alah filaht pîşe ji mîdyayên îranî re diyar kir ku di bawerya wan de kêşeya kurdan bi riyên leşkerî nayê çareserkirin û pêkanîna êrîşeke leşkerî li ser kurdan xirabe .

Hişmet alah herweha da diyar kirin ku ew pêşbînî dikin ku kêşeya kurdan bi riyên siyasî û istiratîcî were çareser kirin ji ber ku neha hemî alî li hêviyê ne ji bu çareserkirna vê kêşeyê bi baştirîn rê .

414