Xebatkarekî KURD ku ji Esed re gotibû NA û rastî işkenceyê hatibû jiyana xwe ji dest da

Xebatkarekî KURD ku ji Esed re gotibû NA û rastî işkenceyê hatibû jiyana xwe ji dest da

Apr 06 2019

Xebatkar û girtiyekî kurd yê berê ku di zîndanên Rêjîma Esed de hatibû işkencekirin û jişêwexistin jiyana xwe ji dest da.

Xebatkar Behzad Şemsedîn Îsa xelkê gundê Qastepan yê devera Aliyan ya Rojavayê Kurdistanê ye jidayikbûyê sala 1936an e, derçûyê peymangeha Pîşesaziyê ye, û ji ber ku rastî işkenceyê di zîndanên Rîjîma Esed de hatibû êdî derfeta zewacê jî ji dest dabû.

Di roja rêfrandoma serokê Rêjîma Sûriyê yê berê Hafiz Elesed de sala 1992an, Îsa bi “nexêr” dengê xwe da, û ji wê nexêrê û biriyara wî, dawî li saxlemiya wî hat, yekser rastî zîndanê ji aliyê Rêjîmê ve hat û derdora salekê di zîndanan de ma, û rastî hemû corên işkenceyê hat, şkestin di serê xwe de di zîndanê de xwar, û ji ber wê yekê tevlîhevî di mejiyê wî de çêbû, herweha derziyek lê dan ku di encamê de nêrbûna xwe ji dest da û ji ber wê êdî derfeta zewacê jî ji dest da û bêzewac û dûnda ma.

Îsa ji malbateke niştîmanperwer bû, û di destpêka ciwaniya xwe ve tevlî rêzên Partiya Dîmuqrata Kurd li Sûriyê (Elpartî) bû, û kar û xebata xwe li devera xwe û li Hesekê û Şamê berdewam kir, herweha di xwepêşandana Newroza sala 1986an de jî beşdar bû ku li tenşit şehîdê Newrozê Silêman Adê de di wê xwenîşandanê de bû û beşdarî di merasîmên bixakspartina Adê de kir.

Ji ber kar û xebat û zîndankirinê, Îsa hewla karmendbûnê da, lê Rêjîma Esed hemû derfetên kar li pêş wî girtin, û mafê karmendbûnê li ser wî qedexe kir û êdî neçar bû ji bo debareya jiyana xwe, karê hesinkariyê bike.

Piştî jiyaneke kûr û dagiritî ji êş û azar û işkenceyê û nesaxlemiyê, 05.04.2019an li gundê xwe rastî şorteke ilikitrîkê hat û jiyana xwe ji dest da, û bi xwe re çîrokeke niştîmanperwerî û standna helwest û waneyekê li dijî stemkarî û diktatoriyetê radestî nifşên dahatî kirin.

675