Çekdarên Hemzat dest bi derketinê ji Efrînê kir
Jul 16 2020
ARK NEWS... Piştî biryara Hikûmeta Sûriya demkî ji derketina çekdaran û bidawîanîna diyardeyên çekdarî, hin girûpên çekdar dest bi derketinê ji bajaran kir.
Li gor vîdiyoyek ji Efrînê ber destê ARKê ketiye tê de, çekdarek ji girûpa Elhemzat dibêje ku wan dest bi valakirina navendên leşkerî kiriye.
Heman çekdar tekez dike ku ew yek piştî biryara fermadaran ji derketina ji bajaran hat.
Ji aliyê xwe ve jêderên xwecihî ji Serê Kaniyê da zanîn ku hin çekdar ji bajêr derketine.
Ş.E
686
