Metirsiya kêmbûna xwarinê li Sûriyê heye
Apr 04 2019
ARK NEWS .. Netewên Yekgirtî eşkere kir , ku çendîn welat li Cîhanê metirsiya kêmbûna xwarinê li ser wan heye , û Sûriyê jî yek ji wan welatan e .
Rêxistina Faw ya ser bi Netewên Yekgirtî ve di raportekê de derbarê qeyrana kêmbûna xwarinê di sala 2019an de got, ku Yemen , Kongo Eldîmqratiye , Efxanistan , û Sûriyê ji bihtira welatan metirsiya kêmbûna xwarinê li ser wan hene .
Herwiha rêxistina Faw got, ku 113 melyon kes li Cîhanê hene pêwîstiya wan bi gehandina xwarinê bi awayekî bilez heye , û Sûriyê yek ji wan welatane ku jimareyek gelek ya kesên ku metirsiya kêmbûna xwarinê li ser wan heye .
968
