Nitinyaho wê seredana Rûsiyê bike

Nitinyaho wê seredana Rûsiyê bike

Apr 03 2019

ARK NEWS .. Serok Wezîrên Îsraîlê dibêje di rojên bê de wê li gel serokê Rûsiyê rewşa navçeyê bi giştî û ya Sûriyê bi taybetî gotûbêj bike.

Rojnameya Me`arîf ya Îsraîlî ragihand ku biryare roja Pêncşema bê ango piştî du rojan , Binyamîn Nitinyaho Serok Wezîrên Îsraîlê seredana Rûsiyê bike û li gel Filadîmêr Potîn Serokê Rûsiyê bicive ewjî da ku dawîn pêşhateyên rewşa Sûriyê gengeşe bikin.

Di heyama mehekê de ev duyem seredana Nitinyaho bo Rûsiyê ye ku di hevdîtina bûrî de Nitinyaho û Potîn li ser avakirina girûpeke kar û berdewamiya mîkanîzmên hemahengiyê navbera herdu artêşan de ji bo derxistina hêzên biyana ji Sûriyê rêkeftin.

711