Xebat û jiyana serkirde Mihemed Nezîr Mustefa

Xebat û jiyana serkirde Mihemed Nezîr Mustefa

Dec 21 2022

ARK NEWS... Siba 22yê Berçileya 2022yan, 14 sal li ser koçadawiya xebatkar û tekoşer Mihemed Nezîr Mustefa, sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Elpartî ku niha bi PDK-Sê tê naskirin re derbas dibin.

Xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa, yek ji stûnên tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1939an jî dayîk bûye, bi koka xwe ji malbateke welatparêz û kurperwer e, ji malbata Elî Yûnis, fermandar û şoreşgerên şoreşa Sason li Bakurê Kurdistanê ye.

Sala 1958an de, wate piştî damezrandina yekem partî bi salekê, tevlî partî bû, di şaxên partî de kar û xebat kir ta gihişt komîta navendî, piştre di yekem kongir de wate piştî kongira yekbûnê, li Herêma Kurdistanê 1972yan de bû endamê Polîtbîroyê.

Di tebaxa 1973yan de, bi hejmarek hevalên xwe di serkirdayetiya Partî de, ji ber helwesta wan di redkirina projeya kembera erebî de hatin zîndanîkirin, ta 1981ê de di zîndanên man. Piştî ji zîndanê derket ji karê rêxistinî bi dûr ket, lê dema emîdarê giştî yê Parî Kemal Ehmed şehîd bû, hewl hatin kirin ku vegerînin nav karê rêxistinî, di kongira 8an de weke sekreterê komîta navendî hate hilbijartin, di ya nehan de, bû serkreterê giştî yê partî, her di kongira dehan de jî weke sekreter hate hilbijartin.

Xebatkar Mihemed Nezîr Mustefa yekemîn xwendakarên kurd bû ku ji kolêja mafnasiyê derçûye, karê xwe jî weke parêzer berdewam dikir, û bi destpakî û dilsoziya xwe navdar bû, her şêwrek hebe parêzerên kurd xwe lê digirtin û ji wan re bûbû lêveger.

Di sala 2006an de, tûşî nexweşiya penceşêrê hat, bi fermana serok Mesûd barzanî ji bo Fransayê hate şandin da ku çareserî jê re were kirin, piştî vegeriya jî dîsa ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve guhdan û şopandina rewşa wî dihat kirin.

Piştî dîrokek tejî kar, xebat û danûstandineke li ser bingeha rewşt û reftarên baş û hezkirinê bi rêheval, dost û kesûkarên xwe re, di 22yê Beçileya 2008an de çû ber dilovaniya Xwedê, bi beşdarbûneke mezin ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê bi xakê hate spartin.

Bi koçadawiya Mihemed Nezîr Mistefa bizava rêzgarîxwaza kurdî stûnek derda û ji dest da, lê pencemora wî û rol û xebata wî yên bi tîpên zêrîn hatine nivîsdadin her zînd dimînin, nifşek pê nifşekê re berdewam dike.

316