Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj daxuyaniyek belav kir

Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj daxuyaniyek belav kir

Apr 14 2020

ARK NEWS... Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj, daxuyaniyek belav kir tê de nûçeyên ku malperên ser bi PKKê ve belav kirine dûr ji rastiyê derxist.

Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj, di daxuyaniya ku 6ê Nîsana 2020î bekav bûye de ragihandiye: Gelek malper û rûpelên li ser torên civakî yên ser bi PKKê ve, nûçeya binçavkirina Şakir Ferman Bonciq ji aliyê desthelatdariya Lîbiyayê ve belav kirin, û gotin ku ew kes endamekî Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj e. li ser wê yek em hemû aliyekê ahagdar dikin ku: Navbûrî bi çi şêweyekî tevlî Hêzên Pêşmergeyan nebûye, û tu têkiliya wî bi hêzên me re tune ye.

Daxuyaniyê herwiha serbar kiriye: Navbûrî piştî bûyerên 2012an li Sûriyê, bi malbata xwe re berê xwe da Herêma Kurdistanê, û yek ji wan hezaran penaberên Kurd û Ereb û Mesîsî bû, piştre ji Kurdistanê berê xwe da Turkiyê û li wir cihgir bû, û venegeriya Herêma Kurdostanê.

Fermandariya Hêzên Pêşmerge tekez kiriye: Hêzên Pêşmerge hêzeke Kurdistanî ye, ji bo berevaniya di ber xak û gelê Kurdistanê, û li dijî terorîstan, di serî de DAIŞa terorîst hatiye damezrandin. Herwiha dabînkirina ewleh û aramî û seqemgîrî ji bo gelê Kurdistanî û rêzgiritina hemû gelên herêmê, xistiye ser milê xwe.

Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj di dawiya daxuyaniya xwe de ameje kiriye: Em wekû Kurd rêzê li gelê Lîbiyayê digirin, û hewlên hin aliyan bi girêdana navê hêzên me, bi hin aliyên ku şerê li derveyî herêmên ku têkiliya me pê re tune ye de dikin, em şermezar dikin.

Ş.E

1764