Giropên Çekdar li ‘Efrînê di binpêkirnan de berdewame
Şevê din(28.3.2019), li taxa Eşerfiyê ya ‘Efrînê nêzîkî parkê, giropek devinxomandî bi otombêlên pîkap yek çekdarên jin bûn û yek jî mêr bûn , ketin nav malên kurdan li taxa Eşerefiyê.
Wan çekdaran mubayil , gojmên pera , Zêr û altonên milletê ‘Efrînê dizî û talan kirin û xelkê taxê jî newêrîn gazindan jî bikin jiber ku çekdaran gefên kuştinê ji wan xwarbûn eger biçin şikaytê û gazindan li cihên berpiris bikin.
Polîsên leşkerî şeva bûrî, li ‘Efrînê 9 mamosta girt û di nava wan de jî rêveberê dibistanekê jî hebû.
li gor jêderên xwechî ji ‘Efrînê , şeva bûrî(28.3.2019), polîsên leşkerî rêveberê dibistana salih Elî û heşt mamostayên din yên dibistana Salih Elî û silêman Elhelebî li taxa Eşrefiyê girtin , bê ku sedemên girtina wan werin diyar kirin.
318