Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bîr nekin

Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bîr nekin

Jun 19 2020

Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bîr nekin
Şêxo Efrînî

Di 16ê vê mehê de, gavek dîrokî navbera herdu aliyên Kurdî yên sereke li Rojavayê Kurdistanê de hat avêtin. Wek nêzîkbûnekê navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê), û (PYNKê) wate PYDê û partiyên bi ser ve, çê bû, û bingehek ji îmzekirina rêkeftineke nû, li gor rêkeftina Duhokê ya ku bi serpireştiya Serokê gelê Kurd, û Lêvegerê Siyasî rêzdar Mesûd Barzanî, sala 2014an de, hatibû pêkanîn, hat dayîn û nexşkirin.

Bêgûman, ew gav dilê her Kurdperwerekî, welatparêzekî û xemxurekî gel û doza Kurdî, şa û kêfxweş kir. Nexasim ku nakokiyên herdu aliyan, ji dema kirîza Sûriyê ve, derencamin pîs û xerab bi xwe re anîn û li paş xwe hiştin, wek nimûne jidestdana Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, herwiha bû sedema derbiderî û penaberbûna bi dehê hezaran ji ciwanên welêt, û ber bi Ewropayê û welatin din ve çûn.

Her aliyekî siyasî, civakî li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pişta xwe da vê gavê, û banga berdewambûnê kir, da ku bigihin encamek baş û guncaw têkeve berjewendiya Kurdan de.

Tevî dilxweşiyek li cem hemûyan çand, lê hinek nerihetî jî li ba şêniyên Efrîn, Girê Spî û Ser Kaniyê de afirand, ku mijara herêmên wan di vê pêvajoyê de tune be. Ew Kurdên belengaz û hejar yên ku ji bêtir du salan ve rastî komkujiyan tên, Kurdên ku çavên wan li vegera war, mal û mulkên xwe ne, Kurdên ku tu curek tawanan nema, û bi serê wan de hat.

Lewma banga wan û me ji ENKSê û PYDê ew e: Efrîn, Serê Kaniyê, û Girê Spî ji bîr nekin, bila doseya wan jî di nav danûstandin, diyalog, hevdîtin û civînên we de hebe. Wan bajaran ji çete, nadozan û dagirkeran rizgar bikin, û xweşiyê têxin dilê wan de jî. Hêviya her Kurdekî ew e: Bila ev pêvajo bi ser bikevin.


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

549