Emîndariya Giştî ya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê nameya Newrozê belav kir
Di bîst û yekê Adarê de , her sal milletê kurd cejna Newrozê , roja nû, sersala Kurdî , destpêka pêvajoya azadyê ji zordaryê û tepeseriyê û stemkariyê , vedjîne, kurd ku xwe di kesayetiya (Ezdehak) de dibîne û li ser destê şoreşgerê kurd (Kawayê) Hesinkar de dît yê ku xetîra azadyê li ser çiya û cihê bilind vêxsit, û nîşana rojek nû da.
Di beşekî din yê nameya ENKS de hatiye, di dema ku civaka navdewletî gringiyê bi doza gelan û netewan dde, doza kurdî yek ji dozên herî dadpewer re wpêdvî heye ku sedemên aramîya wê wdîtna çareseryên bingehînî jê re were krin wdawî hatin bi stemkaryê û çewsandinê wtepeseryê derheqê mlletê kurd di vê cîhana prupir ji netew û netewzayên cudacuda.
Di Îranê de, hizira Rêjîma Îranî nehat guhertin li himber Doza Kurdî , hêjî hebûna Kurdan bi awayekî destorî dan pê ne hatiye kirin , û bi temamî li Doza Kurdî û mafên Kurdan mikur nayê û bi darvekirina lawên Kurdan bi awayekî rojane bûye sîmayê cadeyê û binpêkirin derheqê kurdan jiber xebata wan , li Rojhlatê Kurdistanê Tevgera Rizgariyixwaza Kurdî xebateke zehmet derbaz dike.
Li Iraqê jî, tevî hebûna perlemanê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê bisayaya xebata Milletê Kurd û Tevgera wê ya Rizgarîxwaz ji dehê salan ve , Milletê Kurd li Iraqê rastî dirindetirîn corên qirkirina bi komelî û Enfalê hatiye, û hewildana hêzên şofînî û regezpersitî jibo fişarxistinê li ser herêmê bi awayekî siyasî û leşkerî û aborî da ku rêgiriyê li aramî ya wê bigire û bi taybetî jî piştî encamdana rîfirandomê , lê helwêstên serok Mis'od Barzanî yên hekîmane û cihê berpirsiyarîtiyê de û xwe di dilê her kurdî de girt, û herwiha dewlet û desteyên navdewletî de.
ENKS piştgîriya xwe jibo canê alîkariyê dinavbera partiyên siyasî yên bejdar di perleman û hikûmetê de nîşan da û yek helwêstî jibo pêkanîna hikumetê û herwiha Doseya Kerkokê û peywendiyên hikumeta navendî re.
Li Turkiyê jî, di dema ku Turkiyê hebûna Milletê Kurd ya dîrokî û resen inikar dike û bi hinceta siyasetên PKK û kiryarên wê da ku Milletê Kurd baca wê dane , bê ku xebata aştiyane û demokrat ya milletê kurd li ber çav bigire jibo bi destveanîna mafên Milletê Kurd li Turkiyê û divê Tevgera Rizgarîxwaza Kurd li Turkiyê yek bigire û alîkariya hev bike jibo bihêzkirina xebata xwe.
Li Sûriyê, Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê rolek giring û karîger dibîne û guzarişit li helwêsta kurdan dike di Şoreşa Sûriyê de û hilgirê daxwazûn siyasî yên milletê kurde û xebata wê dike armanc û daxwazên millete û xebatek bê himpa dike û qurbaniya dide, û bejdariyê digel birayên me ji pêkhateyên din dike di xebata xwe de û tekeziyê li ser pêkvejiyanê û têkilyên biratyê yên dîrokî dike û divê hebûna milletê kurd li Sûriyê û destkeftên vê hebûnê werin dabîn kirin ev hebûna netewey û niştîmanî, serbarî bejdar bûna wê ji destipêka Şoreşa Sûriyê ve bi xebata xwe ya siyasî û aştiyane mil bimilê opozisiyona niştîmanî Sûrî re û hewildanên wê jibo dîtina çareseriyeke siyasî û li jêr çavdêriya navdewletî û netweyî de da ku dawî bi kuştin , wêrankirinê , koçberiyê û sitemkariyê bîne û berve dewleteke yekgirtî demokratî perlemanî jibo hemî sûryan were veguhistin.
Emîndariya ENKS herwiha di nameya xwe de dibêje, niha jî di dema ku milletê me di keyf û ahinigên cejina netewey Newrozê de ne li hemî cihekî , tê xwestin ku pêşhateyên nû yên siyasî li Sûriyê û li navçeyê ku mirov li ser raweste, bi taybetî jî tengav kirina rola mîlîsyayên çekdar û dest bi çandina aramiyê li navçeyê çi pêşniyara Navçeya Aram be yan rola Emerîka û Rosiya û dewletên herêmî xwedî bandor li ser meydana Sûriyê be.
ENKS di rêya hewlên xwe yê siyasî , diblomasî , cemawerî û dirêya nerîna wê de derbarê rêveberiya ku PYD avakirî û ji alîyekê tenê pêk tê , nekarî bû aramiyê peyîda bike û dinavbera pêkhateyan de tevilhevî , dil nexweşî derxist û jiyana siyasî nehişt , hincet ji dewleta Turkiyê re çê kir jibo ku derbas bibe , rewşa 'Efrînê û êş u azarên milletê wê nimûneya herî başe li ser vê yekê, lewma ji hemê milletî kurd li navçeyên kurdî û Rojhlatê feratê ji kurd , 'Ereb , Siryan û Kildanan tê xwestin, ku rêveberîyeke hevbeş ava bike bi çavdêrî û serperşitîya navdewletî ku hemî pêkhate û dewletên cîran dilxweş bin , û îdî çî din nehêle sitemkarî , zordarî vegere û terorê binbir bike , û hêzekê ava bike jibo parastina navçeyê wxelkê wê û aramyê dabîn bke û penaberan vegerîne û rewşê veguhêze bo rewşekê ku digel çareseriya siyasî li welêt bi çavdêriya netewên yekgirtî bguncê, serbarî wê yekê, enekesî daxwaz dke ku Doza Kurdî li Sûriyê li ser bingehê danpêdaneke destorî bi hebûna Milletê Kurd û Doza Kurdî wek dozeke niştîmanî Sûrî û helweşandina hemî siyaset û pirojeyên derheqê millet hatî bich kirin û şonwarên pirojan û paşmayên wan çareser bikin.
di dawiya Nameya Emîndariya ENKS de hatiye, Newroz dimîne sembola pêkve jiyanê û aştiyê û çespandina demokratiyê û rêzgirtina mirovan û berve pêşerojeke xweştir , lwma em daxwazê ji milletê xwe li Sûriyê dikin, li cihê lê dijî , keyfê bike û ahinigê Newrozê li dar bixe bi awayekî şaristanî ku li gor bihayên wê yên heskirinê û lêborînê û biratyê bin. Ew pîrozbahiya hemî milletê kurd dike li Newroza pîroz de û bijî şehîdên milletê me û şehîdên azadyê li hemî cihekî.
r.o
397