Du sal in xebatkar Mihemed Emîn Ebas koça dawiyê kiriye

Du sal in xebatkar Mihemed Emîn Ebas koça dawiyê kiriye

Sep 28 2022

ARK NEWS... Îro 28ê Îlûna 2022yan 2 sal li ser koçadawiya endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas re derbas dibin, ku ji ber nexweşiyekê beriya du salan çû ber dilovaniya Xwedê.

Xebatkar Ebas, beriya 2 salan, rastî nexweşiyekê hatibû, di rojeke weke îro de jî ji nexweşxaneya Azadî ya Duhokê, ji bo nexweşxaneyên Hewlêrê dihat veguhestin, lê di rê de koça dawiyê kir.

Mihemed Emîn Ebas xebatkarekî dêrîn e, ji ciwaniya xwe ve tevlî Partî bûye. Li Domîza Duhokê karê xwe dikir.

Mihemed Emîn Ebas, endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, ji şêniyên gundê Qastepan yê naçeya Çil Axa ya ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye

Ş.E

266