Lavrof daxwaz ji welatên Rojavayî dike astengiyan li pêş Komîteya Destûrî ya Sûriyê nedeyinin

Lavrof daxwaz ji welatên Rojavayî dike astengiyan li pêş Komîteya Destûrî ya Sûriyê nedeyinin

May 09 2019

Wezîrê Derve yê Rosiyê Sêrgî Lavrov daxwaz ji welatên Rojavayî kir ku astengiyan li pêş avakirina Komîteya Destûrî ya Sûriyê nedeyinin.

Di kongirekî rojnamevanî de li gel hevşanê xwe yê Îranî Cewad Elzerîf duh wezîrê Derve yê Rosiyê got “ez şîretê li welatên ku rexneyê li çarçoveya Astanayê digrin û daxwaza destpêkirina danûstandinan li Cinêvê di nêzîktirîn dem de dikin dikim ku astengiyan li pêş timamkirina karê avakirina Komîteya Destûrî ya Sûrî nedeyinin”.

Lavrov serbar kir ku biriyar bû Komîteya Destûrî di Çleya 2018an de dest bi karê xwe bike lê gelek welatên Rojavayî rênedan ew Komîte werê avakirin ji ber têbîniyan li ser lîsteyên navan.

458