Serok pîrozbahiyek belav kir
ARK NEWS... Bi helkefta 27 saliya damezrandina Bingeha Laliş, Serok Mesûd Barzanî pîrozbahiyên xwe arastî Kurdên Êzîdî kir.
Naveroka nameyê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Serok û Endamên Desteya Bilinda Bingeha Laliş
Bi helkefta bîst û heft saliya damezrandina Bingeha Laliş pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endam û kadirên Bingeha Laliş û hemû xuşk û birayên Êzdî dikim. Ji bo pêşvebirina rewşa çandî û civakî ya xuşk û birayên Êzdî, spasiya tevger û xebat û keda we dikim û destên we xweş bin.
Ji bo xizmetkirina xuşk û birayên Êzdî, erkekê pîroz li ser milên we ye. Ji bilî derbirîna piştevaniya xwe ya ji bo kar û çalakiyên we, hêviya bexteweriyê û aramiyê û kevandina birînan, ji bo hemû xuşk û birayên Êzdî dixwazim û her serkeftî bin.
Bimînin di xêr û xweşiyan da
Mesûd Barzanî
11.05.2020
324