PYDê û lixwegirtina teqînên Efrînê

Dec 15 2018

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê zincîra teqînên terorî hîn berdwam e û bi dawî nehatiye ku ew teqîn girûpên çekdar wek tolhildanekê di navbera hevdu de pê radibin û bi tenê alîgirên PYDê wan teqînan li xwe digirin û bihaneyên girtin û binçavkirina welatiyên sivîl ji aliyê Turkiyê ve bihêztir û xurtir dikin .

Lixwegirtina PYDê ji teqînên terorî dihêle ku Turkiyê û girûpên çekdar bi serbestî bi karê tevlîheviyê û girtinê rabin da ku bi bihaneya hebûna şanên veşartî yên PYDê bigrin û bi wê yekê karê diziyê û xwestina pereyan li hember serbestberdane wan girtiyan bixwazin.

Herwiha beşek mezin ji siruşta Efrînê ji daran hatiye şawitandin bi heman bihaneyê ku hîn çekdarên PYDê li çiyayên Efrînê de hene.

Di 13a Berçileya 2018an de derdora demijmêr 9ê şevê teqînek li pêş nanpêjxaneya Ebû Îmad li ser riya Raco nêzîk herdu dibistanên Fêsel Qedûr a kevin û dibistana Rêfiyê çêbû di encam de welatiyekî kurd şehîd ket û ziyanên madî yên giran ghiştin mal û milkên welatiyên sivîl .

Ji kesên hatine naskirin welatiyê bi navê Zekî Şukrî ji malbata Dêli ye .

Zekî Şukrî karê cêkirina matoran li navenda bajarê Efrînê li ser riya Raco dikir û di encama teqîna terorî jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Di heman rojê de 13/12/2018 Odeya Xedeb Zeytûn ku PYDê ew odeyê li xwe girtiye teqîna riya Raco ya li pêş nanpêjxaneya Ebû Îmad li xwe girt û daxuyaniyek li ser malbera xwe ragihand tê de behsa kuştina çeteyan kir bê ku behsa şehîdê sivîl yê bi navê Zekî Şukrî ku di wê teqînê hatiye terorkirin bike .

Heman Odeya Xedeb Zeytûn di 6/8/2018 kuştina endamê Encûmena Xwecihî ya navçeya Şera Ekaş Hecî Ehmed yê ji gundê Dêrisiwanê li xwe girtibû .

Piştre hate xuyakirin ku Ekaş Hecî Ehmed ji aliyê girûpên çekdar yên li Efrînê hatibû armanckirin û hîn di jiyanê de ye û ne li cem PYDê ye ji ber ku termê wî ne li cihê xwe bû herwiha tu têkilî û peywendiyên PYDê bi wê operasyonê re tune ye û bi wê yekê gelek pirs derketin meydanê wek :

1Peywendiyên PYDê bi hin girûpan re heye yan 2 Odeya Xedeb Zeytûn her li ser bi girûpên çekdar ve ye û bi tenê PYDê wan operasyonan li xwe digrin .

Ji bilî Xedeb Zeytûn malpera YPGê û Hawar bi fermî teqînên Efrînê her dem û demekê de li xwe digirin û ya balkêş ku armanckirina sivîlan jî li xwe digrin nexasim li gundê Goliya Jor ya navçeya Raco di 19/10/2018/ mayînek di hin welatiyên sivîl de teqiya û welatiyê bi navê Elî Beşîr Elî şehîd bû û birayê wî û biraziyê wî brîndar bûn û malpera Hawar ya PYDê ew teqîn li xwe girt ku di wê teqînê de bi tenê sivîl bû bûn qurbanî û tu çekdar di wê teqînê nehatin kuştin ew yek bi operasyoneke leşkerî bi nav kir û got ku çete hatin kuştin ku di wê rojê tu bûyer ji bilî teqîna mayînekê bi teraktora Elî Beşîr Elî de nehatibû rûdan

Ji despêka derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar ji bo Efrînê û vekişana PYDê ji bo deverên derdora Helebê û zincîra teqînan berdewam e û bi tenê xelkê Efrînê rastî ziyanan tê û mal û milkên wan têne rûxandin û metrisiyek di nav wan tê belavkirin .

Ş.E



485