PDK-Sê tekezî li ser pabendbûnê bi rêbaza Barzaniyê nemir dike

PDK-Sê tekezî li ser pabendbûnê bi rêbaza Barzaniyê nemir dike

Jul 10 2022

ARK NEWS... Bi helkefta hatina cejna Qurbanê, Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê peyameke pîrozbahiyê arastey serok Barzanî kir .

Di peyama pîrozbahiyê de, PDK-Sê pîrozbahî arasteyî serok Barzanî, serkirdayetî, endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê û malbatên serblindên şehîdan û pêşmergeyên qeherman kir.

Herweha di peyama pîrozbahiyê de Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê hêviya xweşî û şadiyê bo serok Barzanî û gelê Kurdistanê xwest.

Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê tekezî li ser pabendbûnê bi rêbaza Barzaniyê nemir kir ta ku gelê me mafên xwe bi dest ve bîne.

460