Sê xalên nakok li pêşiya Navçeya Aram hene

Mar 17 2019

Serkirdeyek Kurdê Sûriyê dibêje sê xalên nakokiyên rasteqîne li pêşiya navçeya aram hene û li pêşiya Emerîka du bjarde hene.
Serkirdeyek Kurdê got " Emerîka hewlên PYDê jibo vegera Rêjîma Esed jibo Rojhlatê Çemê Feratê beravêtî kir û Emerîka hevdîtina digel pêkhateyên Rojhlatê Çemê Feratê pêk tîne bi mebesta avakirina rêveberiyeke nû di navçeyê de.
Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, dektor Ebdalhekîm Beşar, di gotareke xwe ya rojnamevanî de raghand, heta niha çi lihevhatinek dinavbera aliyên navdewletî û herêmî yên aktîv di doseya Sûriyê de nîne li ser çaweniya pirkirina valehiya ku vekşana hêzên Emerîkî li Sûriyê, bicih bihêle. Û herwiha Emerîka pirojeya PYDê jibo vegera Rêjîma Esed jibo navçeyên Kurdistanê jî betal kir jiber ku vegera Rêjîmê wate berifrebûna pirojeya Îranî û sepandina hejmona wê di Sûriyê de ye û ev yek jî Emerîkî red dikin.

Herwiha Dektor Ebdulhekîm Beşar da zanîn ku Emerîka heta niha rê nedaye Turkiyê derbasî navçeya ku biryare aram be ,bibe, û hewlên Emerîkî jibo bejdarbûna hêzên navdewletî mîna Ferensa û Birîtaniya berdewamin digel 200 leşkerê Emerîkî ku biryare bimînin di Sûriyê de jibo parastna aştiyê , lê ev sînariyo hemî rastî astengyên rasteqîne tên.

Beşar herwiha got, lewma pêvajoya bûyeran li Rojhlatê Reratê heta niha zelal nebûye, û hêjî danûstandinên Emerîkî û Turkî derbarê navçeya aram de berdewamin û hevdîtnên berdewam dinavbera şandeyên herdu welatan de çê dibin, zanyarî hene ku herdu alî rêkeftine derbarê navçeya aram de, lê hêjî nakokiyên bingehînî hene û xwe di sê xalan dibnînin ewjî berifrebûna wê navçeyê û kûrbûna wê ye û kê wê rêveberiya wê bike , û çarenvîsa çekdarên PYDê wê çi be?

Emerîka bi berdewamî peyiwendî bi pêkhateyên navçeyê re dike û dinava wan de jî Encûmana Niştîmanya Kurdî li Sûriyê bi mebesta avakirina rêveberyeke nû ji deverê re, û hemî aliyê li ser razî bin, lê ev piroje hêjî rastî astengiyên berdewam ji aliyê PYDê ve tê û PYDê çi hevparîyeke rasteqîne napejrîne û rijde li ser parastina hêza xwe ya leşkerî û ewlehî û tenê hinek desthilatên lawekî bide alî û pêkhateyên din , ew yek doza kurdî beravêtî dyke û kurdan mîna kemîneyeke bê maf dide nîşan dan, tevî ku kurd daxwaza mafên xwe yên destorî dikin li her sê parêzgehên Rojhilatê Çemê Feratê û eger wisa be dê hilbijartinên bê de kurdan çi destkeftên baş nebe û tenê xwediyê destkeftine lawaz bin.

Endamê polîtbîroya Partiya Demokirata Kurdistan – Sûriya , tekez dike ku divê bejdarbûna Encûmana Niştîmanya Kurdî li Sûriyê, bi çend mercan be, 1- divê rêveberiya Rojhilatê Çemê Feratê û ewlehîya wê çi şêweyekê alternatîvê mafên destorî yên netewa kurdî be.

2- birîna têkilyên PYDê û tebe'îta wê ji PKKê re û hemî çekdarên PKKê ji Rojhilatê Çemê Feratê derxîne .

3- lêpirsîn û sizadana hemî tawanbarên PYDê yên ku destên wan di tawanên li dijî milletê kurd de hene, mîna leşkerî kirina zarok , terorkirna xebatkar , têkoşerên kurd û pêkanîna komkujîyan derheqê milletî kurde û herwiha tawanên ku li navçeyên 'Erebî jî kirî.

4- berdana hemî girtîyan û diyarîkirina çarenvîsa kesên revandî.

5- dabeşkirina doseya rojhilatê çemê feratê bo sê doseyan û li her parêzgehekê taybetmendiya wê cûda bike ji ya din.

6- derbasbûna Pêşmegerên Roj jibo Kurdistana Sûriyê jibo ku bi erkê xwe rabin û parastna wê bikin.

r.o

530