PYDê êrîşî beşdarbûyên merasîmên vejandina Serhildana 12ê Adarê kir

PYDê êrîşî beşdarbûyên merasîmên vejandina Serhildana 12ê Adarê kir

Mar 12 2019

Mîlîsiyên PYD e êrîş kirin ser welatiyên kurd ên Rojavayê kurdistanê yên serdana mezarên pakrewanên raperîna 2004 an kirin.

Jêdereke taybet ji ARK ê re ragehand ku weke wefadariyekê ji xwîna şehîdan re , îro cemawerê kurd li bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistanê serdana mezarên şehîdên raperîna 2004 an kirin, lê dema ku cemawer ji ser mezaran vedgeriyan , mîlîsyatên PYD e rê li wan girtin , û êrîşî wan kirin , û gotinên dûr ji rewiştê arastey wan kirin .

Herweha jêderê ji ARK ê re tekez kir ku kar gehişte wê çendê ku mîlîsyatên PYD e dest bo cemawerê kurd dirêjkir û li wan dan .

Jêderê gotjî ku li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo jî mîlîsyatên PYD e êrîşî cemawerê kurd kirin , ew jî bi behaneya nebûna moletê .

628