Cêms Cêfrî : Em rê nadin rêjîm vegere R. Kurdistanê

Cêms Cêfrî : Em rê nadin rêjîm vegere R. Kurdistanê

Sep 21 2019

ARK NEWS ..Duh roja Înê 20î Îlûna 2019an, Şandeyê Emerîkî yê taybet ji bo Sûriyê Cêms Cêfrî ragihand ku, Emerîka rê nade hêzên rêjîma Sûriyê vegerin Rojavayê Kurdistanê, û li Rojhilata Ferêt bi cî bibin .

Cêfrî di daxuyaniyekê da zanîn ku, Wîlayetên Yekgirtî hemû tedbîrên xwe standine û ber çav girtine , eger hêzên rêjîma Sûriyê bixwazin derbasî herêmên ku di bin hejmûna wan de li Bakur û Rojavayê welêt bibin, û kar û ked di vê derbarê de, dê berdewam bikin .

Cêmis Cêfrî herwiha di daxuyaniya xwe de eşkere kir jî ku, welatê wî rêzê li biryara 2254 ku ji Encûmena Ewlekarî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve hatiye der digire. Li gor wê biryayrê divê agir li tevahiya xaka Sûriyê were rawestandin, tu hêzek hewil nedin destê xwe deynin der herêmên ku hêzeke din ji xwe re kirine hejmûn, û ev axavtin li ser yên rêjîmê jî tê bicîkirin .

Navbûrî di dawîn daxuyaniya xwe derbarê mana hêzên Emerîkî li Rojavayê Kurdistanê tekez kiribû ku, ew dê bi berdewamî li xaka Rojavayê Kurdistanê û herêmên ku destê xwe danîne ser bimînin .

Ji aliyê xwe ve rêjima Sûriyê banga vegerandina hemû xaka Sûriyê bo hembêza xwe dike, herwiha herdu berdefkên rêjîmê, Rûsiya û Iranê, di ger û danûstandinên dîtina çareyekê ji rewşa Sûriyê re, behsa yekrêziya xaka Sûriyê û vegerandina ji bo rêjîmê dikin. Herwiha hebûne her hêzekê ji bilî yên alîgirên rêjîmê, bi hêzên dagîrker ji axa Sûriyê re didin naskirin. Ew daxwaz bi zelalî di civîna sê alî ya dawiyê navbera Îran û Rûsiya û Turkiyê li Enqerayê hatibû amejekirin .

Ş.E

451