Tahir Sifok daxuyaniyên li ser navê wî hatine bekavkirin red dike
Mar 09 2019
ARK NEWS .. Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li ser rûpela xwe ya fermî zelaliyek belav kir tê de daxuyaniyên ku li ser navê wî hatine belavkirin red kir .
Tahir Sifok Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê duh 8/3/2019an li ser rûpela xwe ya fermî li Fêsbokê ragihand ku rûpela wî ya kevin hatiye girtin û hakirkirin û daxuyaniyên li ser têne belavkirin dûr ji rastiyê ne û têkiliya wî bi wê rûpelê re tune ye .
Sifok herwiha tekez kiri ku êdî ew nikare kontirolê li ser rûpela xwe ya kevin bike û her tiştek were belavkirin berpirsiyaretiya xwe pê re tune ye.
Ş.E
505
