Votêl: Şerê DAIŞê li Sûriyê zû bi zû bi dawî nayê

Votêl: Şerê DAIŞê li Sûriyê zû bi zû bi dawî nayê

Mar 08 2019

Cênêralekî Emrîkî ragihand ku bidawî hatina şerê DAIŞê hîn dûre û da zanîn ku çekdarên DAIŞê yên ku li Sûriyê mane hîn rijdin li ser helwest û nerînên xwe û eger bingeha wan li Sûriyê were jinavbirin jî ew amedene şer bikin .

Berpirsê hêzên Emrîkî li rojhilata navîn cênêral Jûzêf Votîl diyar kir ku têkdana bingeha DAIŞê li Sûriyê destkeftinek mezine, lê bi dawî hatina şerê DAIŞê hîn dûre û karên wan hîn wekî berê ye .

Votîl serbar kir û got ku neha rewşa rêxistna DAIŞê li Sûriyê gelek aloze û xwe radestkirina hindek çekdarên wan ji bo hêzên me biryarek dû alî ye ku ew çekdar hewl didin jiyana malbatên xwe bi parêzn û xwe dû r bixin ji ber çava ,û bêgûman wê li hêviya derfetekê bin daku dîsan tevliheviyê li deverê peyda bikin .


531