Nêçîrvan Barzanî Sersal pîroz kir: Gelê Kurdistanê mînakeke zindî ye di Rojhilata Navîn de

Nêçîrvan Barzanî Sersal pîroz kir: Gelê Kurdistanê mînakeke zindî ye di Rojhilata Navîn de

Jan 01 2019

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina sala nû 2019ê peyamek belav kir û têde pîrozbahî li hemû pêkhateyên Kurdistanê û kir û got ku gelê Kurdistanê û hikûmet da xuyandin ew bereyek bihêz û yekgirtî ne.

Di peyama xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersala tevahiya pêkhateyên Kurdistanê pîroz kir û hêviya sersalek xweş û bextewarî xwest.

Nêçîrvan Barzanî got: “Hêvîdar im sala nû xweşiyê ji me hemûyan re bîne. Ez hêvî dikim ku di sala nû de tevahiya pirsgirêkên gelê Kurdistanê bêne çareserkirin. Gelê Kurdistanê di sala derbasbûyî de tûşî gelek zehmetî û êşan bû û ji bo dahatuyeke xweş û aştiyane gelek qurbanî da.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku gelê Kurdistanê îro mînakeke bihêz û zîndî ye li Rojhilata Navîn û got: “Gelê Kurdistanê di sala 2018and e li navxwe û derve de gelek tişt îspat kirin.Li herêma Kurdistanê di dubendiyên ayînî, siyasî û netewî nîne. Misilman, Êzdî, Xrîstiyan, Şîe, Sunne, Ehlî Heq û Zerdeştî yeksanî bi hev re heye.”

Nêçîrvan Barzanî hewiha got: “Di hilbijartinên giştî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de piştevaniya xwe diyar kir û da nîşandin ku gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bereyeke bihêz û yekgirtî ne. Vê yekê jî xeyalên dijminên me ji holê rakirin.”

Serowezîr diyar kir ku “demên zehmet di paş de man û dahatuyeke geş, aram, xweş û nû li benda gelê Kurdistanê ye” û got: “Dekeftiyên me yên di sala derbasbûyî de bi saya gelê me ku li paş he serkevtinê heye çêbûye. Bêguman ligel pêşveçûnê kêmasî jî hene. Jiyan çiqaş pêş bikeve kêmasî her çêdibin. Di jiyanên rawestiya û neyên guhertinên de kêmasî nayên dîtin.

Hêvîdar im Kurdistan û cîhan bi giştî vê cejnê bi xweşî û bextewarî derbas bike.”

473