Gelo rast e vîtamîna D te ji koronayê diparêze?

Gelo rast e vîtamîna D te ji koronayê diparêze?

Oct 13 2020

ARK NEWS... Pisporên Birîtanî têstek li ser karmendên di warê tendirustiyê de çê kirin, û encama wê têstê ew bû ku kesên vîtamîna D li cem wan kêm be berevaniya laşê wan ji bo rûbirûbûna vayrosa koronayê kêm e.

Li gorî ku di malpera rojnameya Dîlî Mîl ya Birîtanî de hatiye, ku têsta pisporên Birîtanî çê kirine di encam de hate diyarkirin, ku 72% ji wan karmendan yên ku vîtamîna D li cem wan kêm e, berevaniya laşê wan ji bo rûbirûbûna vayrosa koronayê kêm e.

Hejmara pêketiyê vayrosa koronayê roj bi roj zêde dibe ku bêhtir ji 37 melyon kes li seranserî cîhanê pêketine herwiha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane melyonek derbas kiriye.


423