PYDê 30 çekdarên din yên DAIŞê serbest berdan

PYDê 30 çekdarên din yên DAIŞê serbest berdan

Mar 05 2019

Çekdarên PYDê hejmareke din ji çekdarên DAIŞê li Reqayê serbest berdan piştî navbînkarya por sipiyên deverê hevdemî serbest berdana 103 çekdarên din li gundewarê Dêra Zorê .

Li gorî zanyaryên ARKê ku çekdarên PYDê 30 çekdarên tomet barkirî bi endametya DAIŞê serbest hatin berdan ku 23 çekdar xelkên Reqayê bûn û heft çekdarên din xelkê devera Tebqa bûn .

Hevdemî vê serbest berdanê çekdarên PYDê hejmarek din ji çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê serbest berdan piştî navbînkarya serokên hoz û î lên erebên deverê ji bo serbest berdana wan .

Li gorî zanyaryên ARKê ku çekdarên PYDê 103 çekdarên DAIŞê li bajarokê Alsiwer li gundewarê Dêra Zorê serbest berdan bi amedebuna şêxên hozên deverê herweha malbatên wan çekdaran .

Berya dû rojan jî çekdarên PYDê bi sedan çekdarên DAIŞê yên ku hatbûn girtin serbest berdan piştî navbînkarya serokên Hoz û êlên ereban li deverê ku ew çekdar berya neha dîl ketbûn di destê çekdarên PYDê de .

Li gorî zaniyaryên ARKê ku çekdarên PYDê 283 çekdarên DAIŞê ku piraniya wan xelkên devera Minbic û Tebqa û Reqa û Dêra Zorê bûn serbest berdan .

476