Şandek ji Şepêla Pêşeroja Kurdî seredana PDK-Sê dike
ARK NEWS .. Şandek ji Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê seredana Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Dermoqrata Kurdistan - Sûriya li Herwlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir .
Şanda duh 3ê Adara 2019an ya Şepêlê ji serokê şandê Fadî Mirî Serokê Nivîsgeha Peywndiyan û Ismehan Dewûd Nûnera Şepêlê li Herêma Kurdistanê pêk dihat.
Şand ji aliyê Dr. Ebdulhekîm Beşar Endamê Polîtpîroya PDK-Sê û Serhan Hesen Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Berpirsê Nivîsgeha Rêxistinî hatin pêşwazîkirin .
Herdu aliyan rewşa Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî û pêwîstiya gurkirina hevdîtinan bi taybet bi welatên girêdayî bi kirîza Sûriyê re gengeşe kir .
Herwiha rola Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di qonaxa niha û di pêşerojê de hatin gotûbêjkirin .
Ş.E
407
