Emerîka , PKK di nava listeya terorê de dihêle

Emerîka , PKK di nava listeya terorê de dihêle

Mar 02 2019

ARK NEWS..Wezareta derveya Emerîka ragehand ku Emerîka wê partî Karkerên kurdistanê " PKK e " di lîsteya terorê de bihêle

Di daxuyaniyekê de wezareta derveya Emerîka duh înê Ragehand ku ev e bûye bihtir ji bîst sala û Emerîka PKK e kiriye lîsteya terorê de , û berdewam Emerîka li gel welatên Endam di nato de rûbiruyê metirsiyên PKK e bûye

Hewreha wezareta derveya Emerîka got ku berdewam Emerîka li gel welatên Oropa kar li ser hişk-kirina jêderên darayî yên PKK e , û rê nade ku ew geşe bike

Wezareta derveya Emerîka got ku Emerîka wê PKK e di lîsteya Rêxistinên terorî yên biyanî de bihêle , û waşnton wê pabend be Bi rûbirûbûna PKK e ji hemû biwarekî ve

Herweha wezareta derveya Emerîka dibêje ku Emerîka bi tu Awayekî riyê nade endam û serkirdeyên PKK e ku li Emerîka kar bikin , û Emerîka wê wan ji sîstemê bangî û darayî yê Emerîka dûr bike .

Emerîka berdewam hewl dide ku PYDe û YPG e ji qendîl dûr bike , lê PYD e û YPG e bi tu awayekî razî nabin ku biryarên xwe ji blî qendîlê wergirin , lewma Rojavayê kurdistanê dixine ber metirisyê de

Sala 2018 an hikûmeta Emerîka xelateke 12 melyon dolarî bo wan kesan terxan kir ku zanyariyan li ser cihê serkirdeyên PKK e bidin , ew jî daku Emerîka wan desteser bike ..

N.H

359