Iraq wegirtina çekdarên Ferensî ku dinav DAIŞê de bûn tekez kir
Serokê Iraqê raghand ku welatê wî 13 çekdarên Ferensî ku dinav refên DAIŞê li Sûriyê şer dikirin ji çekdarên PYDê û QSDê wergirtin da ku wern dadgeh kirin li Iraqê .
Serokê Iraqî Berhem Salih di kongirekî rojnemevanî de piştî civîna wî bi serokê Ferensî Îmanwêl Makron diyar kir ku ewê wan çekdarên Ferensî li gorî yasayên Iraqî dadgeh bikin .
Salih tekez kir ku welatê wê eger heye bibe xakek ji bo dadgeh kirina çekdarên biyanî yên ku dinav refên DAIŞê de şer li Sûriyê û Iraqê kirne ku hejmara wan bi sedane li cem çekdarên PYDê û QSDê ne bi taybet ku çekdarên navbûrî her dem gefa serbest berdana wan dike eger welatên wan pêşwazya wan nekin .
469
