Girkê Legê ..3 kes ji yek malbatê di rûdana hatûçûnê de jiyana xwe ji dest dan .
ARK NEWS.. Ji ber rûdana hatûçûnê li ser rêya Girkê legê yê Rojavayê Kurdistanê 3 kes ji yek malbatê jiyana xwe ji dest dan .
Jêdereke taybet nêzîk ji malbatê ji ARKê re ragihand ku 23/2/2019 sê kes ji malbateke kurd ji bav Beşar Mihemed Umer yê 40 salî û dayik Şêrîn Xelîl Hacî ya 35 salî û zarokê wan yê bi navê Nîçirvan ku ew jî 4 salî ye di encama rûdaneke hatûçûnêde jiyana xwe ji dest dan .
Jêderê herwiha da zanîn ku rûdana hatûçûnê li ser rêya gundê Kortepan yê ser bi Girkê legê ve hate encamdan û otombîlek ji curê van li matorslîka malbata navbûrî xistibû di encam de wê malbatê jiyana xwe ji dest dan .
Malbat ji koka xwe ji gundê Kanî Kerkê yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ne û li zêda xwe bi xak hatin spartin .
Ş.E
766
