Efrîn .. Piştî revandina dermansazekê , parêzer û ciwanekî kurd hatin revandin .

Efrîn .. Piştî revandina dermansazekê , parêzer û ciwanekî kurd hatin revandin .

Feb 25 2019

ARK NEWS .. Piştî ku girûpên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê dermansaza kurd ya bi navê Ewaş Samî li gundê Qitmê yê ser bi navçeya Şera ve revand, jêderan eşkere kirin ku parêzer û ciwanekî kurd hatin revandin .

Jêdereke taybet ji nav bajarê Efrînê ji ARKê re ragihand ku Pênşema bûrî 21/2/2019 girûpên çekdar parêzer Mihemed Mistefa Bîlal ji Dadgeha Efrînê revand û berev cihekî nediyar ve bir .

Derbarî sedemên revandinê, jêderê tekez kir ku parêzerê navbûrî berevanî di ber doseya girtiyan, û kesên windayî û revandî de dikir lewma hat revandin .

Li aliyekî din li navçeya Şiyê jêderên xwecihî ragihandin ku girûpên çekdar ciwanekî kurd revand û berev cihekî nediyar ve bir .

Jêderan tekez kirin ku ciwanê bi navê Ebdulla Mihemed Şewqî yê 19 salî ji aliyê girûpên çekdar ve hate revandin û berev zindanê Cindirêsê ve hate birin .

Ebdulla Mihemed Şewqî sala bûrî dîsa hatibû revandin, û li hember serbestberdana wî malbatê pere dabûn da ku serbest were berdan .

Parêzer Mihemed Mistefa Bîlal û Ebdulla Mihemed Şewqî xelkê navşeya Şiyê ne ta niha tu agahî li ser wan tune ne .

Ş.E

414